Mesrûr Barzanî: Em dikarin elektrîkê bidin Iraqê jî

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22yê Gulanê beşdarî paneleke "Konferansa Enerjiyê ya Washingtonê" bû ku tê de, li ser warê enerjiyê, pêşxistina enerjiyê li Herêma Kurdistanê û geşepêdana pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de nirxandin hatin kirin.
Serokwezîr Barzanî, di panelê de behsa projeya "Ronakî" û projeyên din ên girîng ên di warê enerjiyê de kir û got: "Ez spasiya Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê, amadekar û beşdarên konferansê dikim. Projeya Ronakî yek ji wan xizmetguzariyên bingehîn ên pêwîst e. Her kes heq dike ku elektrîka wî ya 24 demjimêrî hebe, ji ber ku ev pirsgirêkek e ku welatiyên me bi dehên salan e pê diêşin."
Barzanî diyar kir: "Me bi rêya reforman dest bi vê projeyê kiriye û me projeya Ronakî ragihandiye, ango dabînkirina elektrîka 24 demjimêrî ji bo tevahiya Kurdistanê. Ez gelek kêfxweş im ku proje baş bi pêş ve diçe. Me proje li navendên bajarên sereke dest pê kiriye. Em hêvîdar in ku heta dawiya îsal, wek me soz daye, hemû bajaran elektrîka 24 demjimêrî hebe û heta dawiya sala bê jî proje tevahiya Kurdistanê bigire ber xwe."
Barzanî bal kişand ser rewşa berê û got: "Bêguman, ji ber nebûna çavkaniyên pêwîst, me elektrîka têrker nebû ku em ji welatiyan re dabîn bikin. Piraniya deman me pişta xwe bi jeneratoran (moldan) girê dida. Jeneratoran ew valahî tije dikir, lê bêguman ev yekê jîngeh qirêj dikir, deng û zehmetî çêdikir, barê welatiyan ji aliyê aborî ve giran dikir û elektrîka berdewam ji wan re peyda nedikir. Ji ber vê yekê ji bo xelkê ne hêsan bû."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê anî ziman: "Di projeya Ronakî de me hewl daye ku berî her tiştî elektrîka 24 demjimêrî ji welatiyan re were dayîn. Ji bo %80 welatiyan jî, li gorî berê, dê nirx erzantir be. Tenê ew kesê ku bixwaze ji bo xweşguzeraniya xwe zêdetir elektrîkê bikar bîne, dê nirx cuda be, wekî din dê nirx li gorî elektrîka jeneratoran û sîstema berê ya elektrîka niştimanî gelek erzantir be."
Herwiha Mesrûr Barzanî tekezî li ser armancên berfirehtir kir û got: "Armanca me ne tenê ew e ku em elektrîkê ji Herêma Kurdistanê re dabîn bikin, belkî em dixwazin bi rêya berhemanîna gazê, karibin zêdetir elektrîkê berhem bînin û ji bo Iraqê û heta ji bo herêmê jî dabîn bikin. Ji ber ku li Iraq û Herêmê jî pirsgirêka elektrîkê heye. Ez serbilind im ku me du rêkeftinên gelek baş ligel du kompanyayên baş ên Amerîkî îmze kirine ku li Herêma Kurdistanê kar dikin. Nêzîkî 15 sal zêdetir e ev herdu kompanya li Herêma Kurdistanê dixebitin. Lewma ev dê bibe alîkariyeke baş da ku em karibin zêdetir gazê berhem bînin û bi vê rêyê jî em karibin zêdetir elektrîkê hilberînin."
Serokwezîr Barzanî di dawiya axaftina xwe de got: "Ez wisa bawer dikim ku ev karê pêwîst bû û diviyabû me bikira. Divê em çavê xwe li xelkê xwe negirin, hay ji wan hebin û baştirîn xizmetguzariyê ji wan re pêşkêş bikin."
Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.




