Qedexeya li ser bîranîna Şêx Seîd hate rakirin

PeyamaKurd - Dadgeha 4emîn a Îdarî ya Diyarbekirê, qedexeya parêzgariyê ya li ser bîranîna Rêberê Kurd Şêx Seîd betal kir.
Parêzgariya Diyarbakerê beriya niha bibîranîna Şêx Seîd qedexe kiribû ku wê ji aliyê Komeleya Çand û Piştgiriya Perwerdeyê ya Şêx Seîd bihata lidarxistin.
Bernameya bîranînê ya bi navê "Şeva bibîranîna lehengên serhildana 1925ân" ku dihat plankirin 13ê Sibatê li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê were lidarxistin.
Bername ji aliyê parêzgariya Diyarbekirê ve bi îdiaya xeteriya ser ewlehiyê û rawestandina jiyana asayî hatibû qedexekirin.
Parêzer Mehdî Ozdemîr heman rojê li dijî qedexeyê daxwazname da dadgeha îdarî û diyar kir, “Ev biryar li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û destûra bingehîn e. Mafê lidarxistina civîn û xwepêşandanan dikare bi qanûnan were sînordarkirin, ti bingehên hiqûqî yên berçav ên biryara qedexekirinê nîne û ev biryar ji aliyê armanca xwe ve ne hiqûqî ye.”
Dadgeha 4emîn a Îdarî ya Diyarbekirê biryara wê qedexeyê betal kir. Di biryarê de dadgehê herwiha diyar kir ku di civîna plankirî de agahiyên îstixbaratî yên ku nîşan didin wê çalakiyên 'provokatîf' an jî 'dijqanûnî' hebin, tune ne.
Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.




