Li navça Şenkaya bajarê Erzeromê 2 kes mirin û kesekî birîndar bû

PeyamaKurd – Li bajarê Erzeromê li navbera navça Şenkaya û navça Goleyê ye bajarê Qersê mînîbusekî û otomobîlekî li hev ketin. Di encamê de 2 kes mirin û kesekî birîndar bû.
Rûdaw seet li dora 14.00an de qewimî. Otomobîla ku Ferdi Tarhan dajot bû xurde û Tarhan jiyana xwe ji dest da. Li ser agahdarkirina tîmên pêwendîdar Sima Nebati Alagöz a ku di otomobîlê de asê mabû ji aliyê tîman de hat rizgarkirin.
Ajotvanê minibusê Özdemir û Alagöz bi ambûlansan birin nexweşxanê. Doktoran mudaxeleyê Sima Nebati Alagöz kirin da wê rizgar bikin lê di encamê de ew jî jiyana xwe ji dest da.
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.




