Wezîrê Îranê: Hewlêr dikare bibe Dubaî

Wezîrê Îranê: Hewlêr dikare bibe Dubaî

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî, îro 22yê Gulanê di gotara vekirina yekemîn Konferansa Herêmî ya Dîplomasiya Parêzgehan a li bajarê Şîrazê de got, Hewlêr dikare ji bo berjewendiyên aborî yên Îranê roleke mîna Dubaiyê bilîze.

Arakçî anî ziman: "Dema ez ligel Serokomar çûm Hewlêr û Silêmaniyê, ji min re eşkere bû ku van herdu bajaran li Herêma Kurdistana Iraqê potansiyel û zemîneyeke mezin heye. Bi taybetî Hewlêr dikare ji bo berjewendiyên me yên aborî roleke mîna Dubaiyê bilîze."

Wezîrê Îranê got: "Helbet, bajarên me yên din ên cîran jî hene ku dikarin kêm zêde heman rolê bilîzin. Bêguman, karîna Dubaî mezintir e, lê divê em karîna bajarên din jî li ber çavan bigirin."

Wezîrê Derve yê Îranê destnîşan kir: "Em dîplomasiya parêzgehan cidî digirin û ev ne tenê ji bo xwenîşandanê ye."

Konferansa Herêmî ya Dîplomasiya Parêzgehan, îro Pêncşemê li bajarê Şîrazê, bi amadebûna Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, parêzgarên parêzgehên sînorî û hejmarek dîplomat, dest pê kir.

Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.