Polîsekî Iraqê pêşî jina xwe piştre jî xwe kuşt

Polîsekî Iraqê pêşî jina xwe piştre jî xwe kuşt

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li parêzgeha Necef a Iraqê, îro 22yê Gulanê polîsekî bi 11 fîşekên kalaşnîkofê hevjîna xwe kuşt û piştre jî bi heman çêkê dawî li jiyana xwe anî.

Çavkaniyên medya Iraqê diyar kirine ku wî polîsê Iraqî piştre jî di nav mala xwe ya li taxa Mîlad li navçeya Far, dawî li jiyana xwe aniye.

Hate zanîn ku bûyer danê sibehê qewimî ye dema ku ew polîs ku ser bi beşa hêzên polîsê parêzgehê bûye, di destpêka dewama xwe de, beriya ku cihê karê xwe bihêle û ber bi malê ve biçe, çeka xwe ya fermî wergirtiye.

Polîs çûye mala xwe û gule berdaye hevjîna xwe ku di wê demê de hevjîna wî mijûlê çêkirina xwarinê bûye, yekser di cihê xwe de jiyana xwe ji dest daye. Piştre kujer çûye odeya mêvanan û bi heman çekê dawî bi jiyana xwe jî aniye.

Li gorî zanyariyan bûyer bi sedema nakokîyeke malbatî rû daye ku aliyên pêwendîdar tedbîrên yasayî li cihê bûyerê wergirtine.

Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.