Zelenskiy: Wê 2 hezar dîlên şer bi hev bên guhertin

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ragihand ku wê Ukrayna û Rûsya piştî hevdîtina Stenbolê 2 hezar dîlên şer bi hev biguherin ku her aliyek wê hezar dîlan berdide.
Zelenskiy, eşkere kir ku wê 16ê Gulanê piştî civîna Stenbolê ya şandên herdu aliyan wê pevguhertina dîlan bê kirin ku her aliyek wê hezar dîlan berde.
Zelenskiy diyar kir ku wê Wezîrê Berevaniya Ukraynayê Rustem Umerov û Parlamento karê pevguhertina dîlan birêve bibe û da zanîn, yekane encama civîna Tirkiyeyê ya berbiçav ev bû.
Herwiha Zelenskiy anî ziman ku ew niha li ser lîstiya dîlên rûsî yên bên berdan dixebitin.
Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.




