Gelo Îsraîl dê yekalî li Îranê bide?

PeyamaKurd – Li gorî televîzyona CNNê ya Amerîkî, daneyên îstîxbaratî yên Amerîkî nîşan didin ku Îsraîl amadekariyên êrîşeke mihtemel li ser tesîsên nukleerî yên Îranê dike, ku ev yek li Tel Avîv û herêmê nîqaşên tund derxistiye.
Rayedarên Amerîkî dibêjin, biryareke dawî hîn ne tekez e, lê tevgerên leşkerî yên Îsraîlê îhtîmala êrîşê zêde dikin.
Ev rewş metirsiya têkbirina danûstandinên nukleerî û kişandina herêmê nav şerekî mezin zêde dike.
Rêveberiya Trump ji tevgerên Netenyahû yên paşguhkirina hevalbendên Amerîkî aciz e, lê Îsraîl vê rewşê wekî “derfeteke dîrokî” dibîne.
Êrîşeke yekalî dikare Îranê hêrs bike û planên dîplomatîk ên Amerîkayê têk bibe.
Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.





