Almanya | Kesekî bi kêrê êrîşî dibistanekê kir

Almanya | Kesekî bi kêrê êrîşî dibistanekê kir

PeyamaKurd - Li paytexta Almanya Berlinê, li Dibistana Seretayî ya Weinmeisterhorn êrîşeke bi kêrê hat kirin û xwendekarekî 11 salî bi giranî birîndar bû.

Hate ragihandin ku êrîşeke din a bi kêrê li Almanyayê pêk hat ku di van rojên dawî zêde bûne.

Êrîşa herî dawî îro Pêncşemê li dibistaneke seretayî ya Berlîn rû da.

Li Dibistana Seretayî ya Weinmeisterhorn ya li herêma Spandau, ji aliyê kesekî nasnas ve êrîşeke bi kêrê hat kirin û xwendekarekî 11 salî bi giranî birîndar bû. Xwendekar bo nexweşxaneyê hate veguhestin û êrîşkar piştî bûyerê reviya.

Polîs li derdora dibistanê tedbîrên ewlehiyê yên tund wergirtin û lêkolîn li ser êrîşê hate destpêkirin.

Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.