Cîgirê Nûnerê Fransayê li NY: Divê sozên ji bo Kurdan werin bicihanîn

Cîgirê Nûnerê Fransayê li NY: Divê sozên ji bo Kurdan werin bicihanîn

PeyamaKurd – Di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Sûriyeyê de, biryara PKKyê ya danîna çekan û xwehilweşandinê, li gel peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de, hatin nîqaşkirin.

Endamên Konseyê peymana 10ê Adarê wekî derfeteke dîrokî ji bo aştî û yekitiya Sûriyeyê nirxandin.

Cîgirê Nûnerê Fransayê Jay Dharmadhikari tekez kir ku divê sozên ji bo Kurdan hatine dayîn bên bicihanîn. 

Nûnerê Îranê Emîr Seîd Îravanî piştgirî da çekberdana PKKyê û bang li PJAKê kir ku heman rêyê bişopîne. 

Nûnerê Tirkiyeyê Ahmet Yildiz daxwaz kir ku peyman rêveberiyeke navendî ya Sûriyeyê xurt bike û amadebûna hevkariyê bi Şamê re ji bo ewlekirina kampên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Nûnerê Taybet ê NYyê Geir Pedersen, ji Şamê bi rêya înternetê beşdarî civînê bû, peymana HSD-Şamê wekî gaveke girîng pênase kir. 

Wî her weha behsa êrîşên Îsraîlê, girîngiya hilbijartinên azad û tundûtûjiya li dora Bendava Tişrînê kir.

Konseya Ewlehiyê diyaloga domdar û hevkariya navneteweyî ji bo serkeftina vê pêvajoyê krîtîk dît.

 

 

 

Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.