Li PEyê li ser Xezzeyê şer: Komîsyon bû du beş!

Li PEyê li ser Xezzeyê şer: Komîsyon bû du beş!

PeyamaKurd – Civata Giştî ya Parlamentoya Ewropayê (PE) di rûniştina Xezzeyê de bû du parçe, hin parlamenteran piştgirî dan Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, hinên din jî bang li Yekîtiya Ewropayê (YE) kirin ku Peymana Hevkariyê betal bike û gelên Ewropayê jî zextê li ser hikûmetên xwe zêde bikin.

Civata Giştî ya Parlamentoya Ewropayê bi sernavê "Bersiva YEyê ya li hember plana dagirkirina Xezzeyê ji aliyê Îsraîlê ve, dabînkirina piştgiriya mirovî ya bi bandor û rizgarkirina girtiyan" rûniştinek li dar xist.

Di dema rûniştinê de, nîqaşên dijwar di navbera parlamenterên ku dengê xwe li dijî operasyonên Îsraîlê yên li Xezzeyê bilind kirin û yên ku piştgiriya xwe ji bo Îsraîlê diyar kirin de çêbûn.

Hin parlamenterên rastgir bertek nîşanî lixwekirina kefîye û nîşanên alaya Filistînê dan. Sebastian Tynkkynen, parlamenterê Fînlandî ji koma rastgir a tundrew ECR, got, "Divê em bi alên Îsraîlê jî werin."

Iratxe Garcia Perez ji koma Sosyalîst û Demokratan got ku biryara ku doh ji aliyê Komîsyona YE ve ji bo nirxandina Peymana Hevkariyê ya bi Îsraîlê re hatiye girtin têrê nake û divê ev hevkarî di zûtirîn demê de were bidawîkirin.

Serok Sophie Wilmes gelek caran mudaxele kir û got ku ew dizanibû "mijar hesas e, sebra her kesî diqede."

 
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.