Dadgeha Iraqê cezayê bidarvekirinê da fermandarê Sedam Husên

 Dadgeha Iraqê cezayê bidarvekirinê da fermandarê Sedam Husên

PeyamaKurd – Dadgeha Bilind a Tewanên Iraqê cezayê bidarvekirinê li Xeyrula Hemadî Ebid Caro, fermandarê Lîwaya Ewlehiya Sedam Husên, birî.

Sedema cezayê tevlîbûna wî di komkujiya li dijî sivîlên li qeza Beledê ye.

Xeyrula Hemadî, ku di navbera 1971-1990 de di karên ewlehiyê de bû, li gorî belgeyan tawanên giran li dijî Kurd û Şîeyan pêk aniye.

Girtina wî di 18.08.2024 de ji hêla pisporê ewlehiyê Fazil Ebu Rexif ve hatibû eşkerekirin.

 

Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.