Şandeya Herêma Kurdistanê dê bi Pizişkiyan re bicive

Şandeya Herêma Kurdistanê dê bi Pizişkiyan re bicive

PeyamaKurd – Li gorî daxuyaniya Parêzgeha Hewlêrê, şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro, roja Pêncşemê 22hê Gulana 2025an serdana paytexta Îranê Tehranê kir. 

Hat ragihandin ku şande, digel parêzgarên Azerbaycana Rojava û Kirmaşanê, di dema serdanê de dê bi Serokkomarê Îranê Pizişkiyan, Waliyê Tehranê û rayedarên Odeya Bazirganiyê ya Tehranê re bicive. 

Di çarçoveya serdana şandeyê bo Îranê di çend rojên borî de, rêze civînên girîng bi armanca xurtkirina bazirganiyê û pêşxistina têkiliyên çandî û aborî di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê de têne lidarxistin. 

Şanda Herêma Kurdistanê di 20ê Gulana 2025an de gihîşt bajarê Rojhilatê Sine.

Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.