Pêncemîn gera danûstandinên Îran û Amerîkayê li Romayê tê lidarxistin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Umanê Bedr bin Hemed el-Bûsaîdî ragihand ku gera 5emîn a danûstandinên nerasterast ên navokî yên di navbera Amerîka û Îranê de wê di 23ê Gulanê de li Romayê ya Îtalyayê pêk were.
Omanê cih û roja 5emîn gera danûstandinên nerasterast ên navokî yên di navbera Amerîka û Îranê de eşkere kir. Wezîrê Derve yê Omanê Bedr bin Hemed el-Bûsaidî got, "Pêncemîn gera danûstandinên Îran-Amerîkayê wê roja Înê, 23ê Gulanê, li Romayê pêk were."
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî piştrast kir ku gera 5emîn a danûstandinên nerasterast ên di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de wê roja Înê 23ê Gulanê pêk were.
Bekayî diyar kir ku di encama pêşniyara Omanê û têkiliyên dîplomatîk ên ku ji hêla vî welatî ve hatine kirin, biryar hatiye dayîn ku gera danûstandinan li Romayê, paytexta Îtalyayê, were lidarxistin û Îranê ev pêşniyar qebûl kiriye.
Bekayî tekez kir ku tîma danûstandinê ya Îranê bi israr e ku berjewendiyên gel, di nav de mafê welat ê enerjiya nukleerî ya aştiyane, biparêze û cezayên neheq rake û got ku Tehran wê hemî hewildan û destpêşxeriyên ji bo van armancan bidomîne.





