Netanyahu: Heta Îsraîl tevahiya Xezzeyê kontrol neke wê şer berdewam be!

PeyamaKurd – Netanyahu di destpêka axaftina xwe de bi gotina ku Îsraîlê armanceke "zelal û adil" heye, tekez kir ku ew bi biryar in ku Hamasê têk bibin û heta ku ew van armancan bi dest bixin, xebata wan wê berdewam bike: “Hîn karê me neqediyaye. Planeke me ya pir rêkûpêk heye."
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku şerê li Xezzeyê wê berdewam bike heta ku Îsraîl tevahiya herêmê têxe bin kontrola xwe.
Îsraîl, ku çend meh berê agirbesta bi Hamasê re şikand, ji wê demê ve êrîşî Xezzeyê dike. Alîkarîya ji bo herêmê di hefteyên dawî de jî hatiye astengkirin.
Berpirsekî Neteweyên Yekbûyî got ku eger alîkariya lezgîn neyê kirin, dibe ku 14 hezar zarok li Xezzeyê bimirin.
Piştî zextên navneteweyî, Netanyahu planeke sê-qonaxî ji bo gihandina alîkariyan bo Xezzeyê ragihand.
Li gorî planê, pêdiviyên alîkariya bingehîn ji bo herêmê wê ji hêla şîrket û berpirsên Amerîkî ve werin peydakirin. Herwiha, xalên belavkirina xwarinê wê werin vekirin ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve têne parastin. Piştî ku kontrola ewlehiyê ya Xezzeyê were damezrandin, ji bo parastina sivîlan herêmeke ewle wê were avakirin.
Netanyahu got ku Îsraîl amade ye ku şer "di bin şert û mercên zelal" de biqedîne ku ewlehiya wê garantî bike.
Di nav van şert û mercan de;
* Serbestberdana hemû rehînên Îsraîlî,
* Divê Hamas çekên xwe deyne,
* Derxistina rêveberiya Hamasê ji Xezzeyê
* Û bêçekkirina tevahî ya herêmê.
Netanyahu diyar kir ku sivîlên ku dixwazin ji Xezzeyê derkevin dikarin derkevin û got ku ew kesên ku berî ku ev armanc werin bidestxistin, daxwaza bidawîanîna şer dikin, di rastiyê de "dixwazin ku Hamas li Xezzeyê di desthilatdariyê de bimîne".





