"Amerîka garantiyên leşkerî nedaye Ukraynayê"

"Amerîka garantiyên leşkerî nedaye Ukraynayê"

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku di çarçoveya peymana metalên erdê yên kêm de ti garantiyên leşkerî ji Ukraynayê re nehatine dayîn.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja Duşemê got ku Amerîkayê di çarçoveya peymana metalên erdê yên nadir de garantîyên leşkerî nedaye Ukraynayê.

Rubio di bersiva pirsek li ser vê mijarê de di dema guhdarîkirina Meclisê de got, "Garantiyek leşkerî tune."

Rubio got ku Washington hîn jî dikare "cezayên wêranker" li ser Rûsyayê ferz bike, lê li şûna wan cezayan, armanc ew e ku bi rêyên dîplomatîk li Ukraynayê aştî pêk were.

Rubio got, Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kiriye ku heke pêwîst be ew dikare cezayên li ser Rûsyayê zêde bike û tekez kir, pêşîniya Trump ew e ku alî bigihîjin rêkeftineke aştiyê, lê ew ji îhtîmala sepandina sizayên wêranker haydar e ger ev yek bi ser nekeve.

 
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.