Mesrûr Barzanî: Amerîka şirîkekek giring a Herêma Kurdistanê ye

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzani li ser platforma medyaya civakî Xê postek parve kir, ku tê de behsa têkiliyên Kurdistan û Amerîkayê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzani diyar kir ku Amerîka şirîkeke giring a ewlehî û aborî ya Herêma Kurdistanê ye û tekez kir ku ew ji bo xurtkirina vê hevkariyê dixebitin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja Şemiyê 17ê Gulana 2025an li ser vexwendina fermî ya rêveberiya Amerîkayê serdana Washingtonê kir.
Di çarçoveya serdanê de, di merasîmekê de ku Serokwezîr Mesrûr Barzani serokatiya wê kir, du peymanên enerjiyê yên bi nirxê 110 milyar dolar di navbera Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê û şîrketên petrolê yên Amerîkî HKN Energy û WesternZagros de hatin îmzekirin.
Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.




