Mike Pompeo: Amerîka divê piştgiriya Kurdan û armancên wan bike

Mike Pompeo: Amerîka divê piştgiriya Kurdan û armancên wan bike

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê berê yê Amerîkayê Mike Pompeo daxwaz ji hikûmeta Amerîkayê kir ku piştgiriyê bide Herêma Kurdistanê û serokatiya wê, ji ber ku, wekî wî got, 

”Kurd hevpeymanên herî pêbawer ên Amerîkayê li Rojhilata Navîn in, lê hîn jî welatê xwe nînin.”

Pompeo, ku di navbera 2017-2021an de wezîrê derve bû, bi boneya serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Washingtonê, gotarek di rojnameya New York Postê de weşand. Gotar bi sernavê “Kurd hêjayî tiştê baştir in: Amerîka çawa dikare piştgiriyê bide hevpeymanên xwe” hate nivîsandin.  

Wî di gotarê de diyar kir ku serdana Barzanî fersendek e ji bo Amerîkayê ku piştgiriyê bide Kurdan, ku wekî mertalek li dijî bandora Îranê li herêmê ne. Pompeo got:

 “Xwestekên Kurdan ji bo xwerêveberiyê ne tenê rewa ne, lê di heman demê de bi berjewendiyên Amerîkayê re ne.” 

Wî bal kişand ser rola Kurdan di şerê li dijî DAIŞ û El Qaîdeyê de, ku bi veberhênaneke hindik encamên mezin bi dest xistine.  

Her weha, Pompeo behsa dewlemendiya çavkaniyên xwezayî yên Herêma Kurdistanê kir, wekî 45 milyar bermîlên petrolê û zeviyên gaza xwezayî, û got ku eger azadiya aborî bê dayîn, Kurdistan dikare bi lez pêş bikeve û bibe hevpeymanekî bihêz ji bo Amerîkayê. Wî tekez kir ku civaka Kurd li herêmê wekî giraveke tolerans û lêborînê ye, ku îdeolojiyên dijî-Amerîka û dijî-Cihûyan red dike.  

Pompeo rexne li siyaseta berê ya Amerîkayê kir ku potansiyela Kurdan paşguh kiriye, û daxwaz kir ku Washington li dijî hewldanên lewazkirina xwerêveberiya Kurdan raweste, wekî êrîşên mûşekî yên Îranê. 

Wî her weha got ku divê Amerîka rê li ber astengiyên Bexdayê bigire, ku hewl dide bi rêya ragirtina fonan û astengkirina hinardekirina petrolê Kurdan bixeniqîne.

Wî bang kir ku Amerîka rêz li encamên referandûma serxwebûna 2017an bigire, ku %93ê Kurdan deng ji bo serxwebûnê dabûn, û tekez kir ku divê Washington bi Bexda û Hewlêrê re bixebite ji bo avakirina çarçoveyeke qanûnî ku xwerêveberiya Kurdan misoger bike.  

Di dawiyê de, Pompeo got:

 “Amerîka dema bi kesên ku nirxên me parve dikin re radiweste, herî xurt e. Divê Serokwezîr Barzanî bi germî li Amerîkayê bê pêşwazîkirin, da ku bi hev re rêyên aştî û serkeftinê bibînin.”

 

 

 

 

 

Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.