Şamê li Dêrazorê çeteyê ku destê wî di kuştina Hevrîn Xelef de hebû peywirdar kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku deshilata hikûmeta veguhûz a Sûriyê biryar da çekdarê bi navê Haris El Rîbah wek rêveberê Beşa Medyaya Dîjîtal a Dêrazorê peywirdar bike.
Piştî ragihandina vê biryarê, li Rojavayê Kurdistanê bertek ji tayînkirina wî re hate nîşandan ku tê gotin, destê wî di êrîşa kuştina siyasetmedara Kurd Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef de heye.
Hevrîn Xelef û ajokarê wê Ferhad Remedan 12 Cotmeha 2019an di otomobîla xwe de hatibûn qetilkirin ku ji dîmenên wan deman hatibûn parvekirin diyar e El Rîbah li kêleka serçeteyê koma "Ehrar El Şerqiye" Hatim Ebû Şeqra li cihê bûyerê ne û bi cenaze dilîzin.
Çavkaniyên hiqûqî yên Ewropî, hikumeta Almanyayê ji sala 2019an ve navê El Rîbah xistiye lîsteya cezayan a terorê.
Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha jî Hatim Ebû Şeqra wek fermandarê yekîneya 86an Wezareta Berevaniypa Sûriyê hatibû erkdarkirin ku li dijî vê biryarê jî bertekên tund hatibûn nîşandan.
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.




