Li Hambûrg a Almanya kesekî bi kêrê êrîş kir ser xelkê: 12 birîndar

Li Hambûrg a Almanya kesekî bi kêrê êrîş kir ser xelkê: 12 birîndar

PeyamaKurd – Li Almanya li bajarê Hamburgê li istasyona trênê kesekî êrîşê ser xelkê li îstasyonê kir û 12 kesan birîndar kir. Rayedar ragihandin ku rewşa 6 kesan dijware.

Polîs ragihand ku kesê êrîşê kiriye, êrîşê ser rêwiyên ku di navbera peronên 13 û 14an de disekinîn kiriye.

Ajansa Almanya ya bi navê dpa ragihandiye ku polîs gumanbarekî xistine binçav lê di derbarê sedema êrîşê û nasnama wî de ti agahî nedaye.

Îtfaiya Hamburgê ragihandiye ku jiyana 6 birîndaran di talûkê de ye, 3 kes baş birîndar bûne û birînên 3 kesan sivikin.

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.