Barcelona dê li Rojava û Herêma Kurdistanê dibistanên fûtbolê ava bike

PeyamaKurd – Klûba fûtbolê ya Barcelonayê ragihand ku wê li 6 bajarên Rojavayê Kurdistanê (Kobanî, Hesekê, Reqa, Tirbespiyê) û Herêma Kurdistanê (Hewlêr, Silêmanî) dibistanên fûtbolê yên civakî ava bike.
Li gorî daxuyaniya fermî ya malpera klûbê, armanca projeyê xurtkirina hevgirtina civakî, pêşîgirtina pevçûnên tundûtûj û radîkalîzasyonê di nav nifşên nû de ye.
Ev proje bi taybetî li ser hêzkirina zarok û ciwanan, nemaze keçan û endamên civakên marjînalîzekirî yên wekî koçber, niştecihên gundan û kêmneteweyên etnîkî disekine.
Proje ji hêla Weqfa Barçayê, La Caserna, Enstîtuya Li Dijî Tundiyê NOVACT, UPP, Doz International, IDare û Casa Nostra Casa Vostra ve bi hevkarî tê meşandin.
Lîstikvanê berê yê Barcelonayê Oleguer Presas di Nîsana 2025an de serdana Rojava û Iraqê kir û ji bo tîmên perwerdehiyê yên dibistanên fûtbolê yên civakî seansên perwerdehiyê li dar xist. Presas di 25ê Nîsanê de bi taybetî çû bajarê Kobanê yê Rojava.
Proje wê di 25ê Hezîrana 2025an de dest pê bike û heta Cotmeha 2026an bidome. Armanc ew e ku zêdetirî 600 zarok û ciwanên di navbera 8-14 salî de rasterast beşdarî projeyê bibin.
Di sala 2021an de, parlamentoya Katalonyayê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi awayekî siyasî nas kir û bang li sazî û civaka sivîl kir ku beşdarî nûavakirina herêmê bibin. Ev proje jî wekî gavek girîng di vî warî de tê dîtin.
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.





