DYA: "Em reformên Mesrûr Barzanî di warên cûrbecûr de teqdîr dikin"

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Bradley Smith li ser reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sîstema darayî û bankayî de axivîn.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Washingtonê bi Cîgirê Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Bradley Smith re civiya.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê sîstema darayî û bankayî de hatine nirxandin.
Cîgirê Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê pesnê pêşketinên projeya "Hesabê Min" da û piştgiriya tevahî ya Wezareta xwe ji bo projeyê û reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman.
Bradley Smith got, "Em xebat û reformên ku Serokwezîr di sektorên cûrbecûr de, bi taybetî di warê darayî de pêk aniye, pir teqdîr dikin. Ev reform dikarin ji bo welatên din jî bibin mînak."
Serokwezîr ji bo piştgiriya reforman spasiya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê kir.





