Li Washingtonê ji bo Mesrûr Barzanî şîveke taybet hat dayîn

Li Washingtonê ji bo Mesrûr Barzanî şîveke taybet hat dayîn

PeyamaKurd – Duh êvarê, 22.05.2025 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya fermî bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, li paytext Washingtonê bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.

Di şîveke taybet de, ku hejmarek ji kesayetiyên navdar ên Amerîkî amade bûn, şêwirmendê payebilind ê Serok Donald Trump axaftinek pêşkêş kir û bi germî bixêrhatina Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.

Şêwirmendê Serokê Amerîkayê serdana Barzanî “pir serketî” bi nav kir û tekezî li ser girîngiya xurtkirina têkiliyên stratejîk di navbera Herêma Kurdistanê û Dewletên Yekbûyî de kir.

Di axaftina xwe de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya mazûvanên xwe kir û got:

“Herêma Kurdistanê ji bo hevkarî, piştgirî û dostaniya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gelek spasdar e. Em daxwaz dikin ku têkiliyên dualî di hemû waran de bêtir xurt bibin û bi pêş bikevin.”

 

Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.