DEM Partî dê seredana MHPê bike

DEM Partî dê seredana MHPê bike

PeyamaKurd – Ji bo çekberdana PKKê heyeta DEM Partiyê ya heya niha danûsitendinan dikir û diyalogan dida dewam kirin, wê roja 27ê Gulanê seredana MHPê bike.

Roja seredana DEM Partiye aşkera bû. Wê DEM Partî roja 27ê Gulanê li meclisa Tirkiyê (TBMM) seet di 11.30an de seredana MHPê bike.

Heyeta DEM Partiyê seredana Îmraliyê ya serokê PKKê Abdullah Öcalan kiribû û niha wê car din seredana partiyên siyasî yên Tirkiyê bike. Li ser mijara seredana partiyan DEM Partî weha got:

“Di çarçova şêwrên bi partiyên siyasî re, wê di hefta pêşiya me de partiyên hempar, bi AK Partî û MHPê re em ê diyalogên xwe dewam bikin.”

Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.