Li navça Kercewsê kamyonet wergeriya: 1 kes mir û 2 kes birîndar bûn

Li navça Kercewsê kamyonet wergeriya: 1 kes mir û 2 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê li navça Kercewsê (Gercuş) kamyonetekî wergeriya, kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes birîndar bûn.

Wergerandina kamyonetê li ser rêya Kercewsê çêbû. Ajotvan Yahya Ö. dema kamyonetê dajot desthilata kamyonetê wenda kir û kamyonet wergeriya. Yahya Ö., Lalihan Ö. û Zeynep Ö. di qezayê de birîndar bûn.

Tîmên pêwendîdar dema gihan ciyê bûyerê, her sê birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Kercewsê (Gercüş). Lalihan Ö. li nexweşxanê can da.

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.