Dadgehê di doza kuştina bav û kur de 4 kesan girt û çand zîndanê

Dadgehê di doza kuştina bav û kur de 4 kesan girt û çand zîndanê

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Sûrê li gundê Erveniyê di 19ê Gulanê de bav û kurê ku di nav kamyonetê de destên wan girêdayî hatibûn şewitandin, li ser bûyerê hêzên asayîşê bi serpereştiya serdozgerê Amedê, 7 kesan xistibû binçav û Îro wan birin dadgehê.

Dadgehê li ser kuştina an ku şewitandina bav û kur ji 7 kesan 4 kesan bi biryara girtinê wan şand zîndanê.

Li gundê Erveniyê bav Remzi Sati (50) û krê wî Muhammed Sati (15) di nav kamyonetê de destgirêdayî û şewitandî hatibûn dîtin. Cenazên wan şandibûn tiba edlî ya Îstenbolê.

7 kesên ku xistibûn binçav dadgeriya silh cezayê ya Diyarekirê 4 kes ji wan şand zîndanê û 2 kesan bi şertê kontrola edlî 3 kesan serbest berda.

Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.