'Bavê Romana Kurdî' Erebê Şemo li Hesekê hate bibîranîn

PeyamaKurd - Li bajarê Hesekê yê Rojavaê Kurdistanê semînerek bi navê ‘Erebê Şemo û Zimanê Kurdî’ hate lidarxistin.
Nivîskarê Kurd Erebê Şemo ku wek ‘Bavê Romana Kurdî’ tê binavkirin, di sala 1978an de li Êrîwan a Ermenistanê koça dawî kiriye.
Di salvegera koça dawî ya Erebê Şemo de, şaxê Hesekê yê ‘Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya û Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya’ semînerek li dar xist û ew bibîr anî.
Semîner ji aliyê Nivîskar Se'îd Yûsif ve hat pêşkêşkirin û hejmarek siyasetmedar, nivîskar û kesayetiyên sivîl jî beşdarî kirin.
Di semînerê de behsa ked û xebata Erebê Şemo di warê Wêje û zimanê Kurdî de hate kirin.
Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.




