Li ser sînorê Sêro (Esendere) rêza TIRan 2 km dirêj bû

PeyamaKurd – Li ser sînorê navbera Tirkiye û Îrane li bajarê Hakkariyê li navça Geverê (Yuksekova) li deriyê Sêro (Esendere) ji ber sîstema elektronîk ya komputerên gumrika aliyê Îranê xerab bû, rêza TIR an heya 2 km yan dirêj bû. Ajotvanên TIRan bo derbasî aliyê Îranê bibin sekinîne.
Ariza di sîstema gumrika Îranê de bi rojaye dewam dike û ajotvan ji ber pirsgirêka aliyê gumrika Îranê gelek aciz bûne.
Gelek caran ji aliyê Îranê de pirsgirêkên weha çêdibin lê Îran ti carê pirsgirêkê nagre aliyê xwe.
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.




