Mesrûr Barzanî: Kurdistan biyardare ku pêwendiyên stratejik yên bi DYA re pêşde bibe

Mesrûr Barzanî: Kurdistan biyardare ku pêwendiyên stratejik yên bi DYA re pêşde bibe

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li DYA li bajarê Washingtonê di daweta ku şêwirmendê bi tecrube yê serokê Amerîka yê Trump Massad Boulos jî tê de amade bû ragihand ku  Herêma Kurdistanê biyardare ku pêwendiyên stratejik yên bi DYA re pêşdetir bibe.

Di daweta şîva êvarê de, li Washington DC yê gelek kesên navdarên Amerîka tevî şîvê bûn. Mesrûr Barzanî di ser hesabê xwe yê medya civakî de li ser daweta şîvê û amadebûna xwe ya tê de got:

“Ez gelek dilxweşim ku şîva êvarê de, bi amadebûna şêwirmendê bi tecrube yê serokê Amerîkayê Massad Boulos û gelek kesên bijarte yên navdarên Amerîkayê amade bûn, tevlî şêvê bûm.

Rêzdar Boulos gelek bi germî pêşwaziya me kir û seredana me bi gavekî girîng yê navbera Herêma Kurdistanê û DYAyê yên stratejik binav kir û di rêya pêşedebirina pêwendiyan de, wekî gavekî girîng bi nav kir.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani bo mêvanperweriyê sipasiyê kir û got:

“Em wekî Herêma Kurdistanê têkiliyên me yên bi Amerîka re yên dostane ku hene û hevkariya ku ji mêj de dewam dike, em ê kûrtir bikin.”

Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.