Rejîma Îranê li girtîgeha Îlamê 2 girtiyên Kurd bi dar ve kirin

PeyamaKurd – Hengawê ragihand ku rejîma Îranê 2 girtiyên Kurd ên bi navê Ednan Lebêkpûr û Riza bi tohmeta “kuştina biqest” li Girtîgeha Navendî ya Îlamê bi dar ve kirin.
Li gorî rapora Saziya Mafê Mirov a Hengawê, roja Sêşemî, 17ê Gulana 2025an, rejîma Îranê 2 girtiyên Kurd Ednan Lebêkpûr û Riza (paşnavê wî nediyar e), ên ji bajarê Îlamê yên ji Rojhilatê Kurdistanê li Girtîgeha Navendî ya Îlamê bi dar ve kirin.
Hengawê diyar kir ku her du girtî berê di dosyeyên cuda de bi tohmeta “kuştina biqest” hatibûn girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve mehkûmî cezayê bidarvekirinê hatibûn kirin.
Her weha hat gotin ku heta niha jî medyaya rejîmê û nûçeyek derbarê bidarvekirina van girtiyan de belav nekiriye.
Ev nivîs 156 car hatiye xwendin.





