Îranê dest danî ser keştiyeke sotemeniyê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hêzên deryavaniya Îranê li Kendava Besrayê dest danî ser keştiyeke sotemeniyê ku tê de 2.5 milyon litre sotemeniya qaçaxî hebû.
Hate diyarkirin ku di operasyona destdanîna ser keştiyê de, 13 xebatkarên keştiyê jî hatine binçavkirin.
Fermandarê Pasevanên Sînoran ê Îranê Ahmed Elî Gouderzî bi daxuyaniyeke nivîskî daye xuyakirin ku barê sotemeniyê yê di wê keştiya hatiye desteserkirin de bi nirxê 700 milyar Riyal ango 35 milyon dolar bûye û 13 kesên hatine binçavkirin radestî saziyên dadweriyê hatine kirin.
Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.




