Serokwezîrê Îspanyayê Sanchez seredana Erdoğan kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îspanyayê Sanchez li bajarê Tirkiyê li Îstenbolê li baregaha xebata serokkomar ya li Dolmabahçe seredana fermî ya serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan kir.
Erdoğan serokwezîrê Îspanyayê bi merasim pêşwazî kir. Li ser hevdîtina her dû lîderan serokkomariya Tirkiyê weha ragihand:
“Di hevdîtinê de li ser têkiliyên navbera Tirkiye-Îspanya, mijarên herêmî û kureyî axifîn. Erdoğan ragihandiye ku dixebitin da hecma bazirganiya navbera her dû dewletan zêde bikin, di sanayiya bergiriyê û gihandinê de dixebitin da hevkariya xwe xwurttir bikin.
Erdoğan ragihandiye ku Îspanya di mijara Fîlîstînê de tewrekî baş nîşan daye, Tirkiye dixwaze alîkariya mnirovî bigihê Xezayê û bi xebata hevpar wê zilma ser Fîlîstînê bi dawî bibe.
Erdoğan ragihandiye ku hedefa Tirkiyê ya endamtiya Yekîtiya Ewrûpayê dewam dike û bo geşepêdana pêvajoya endamtiyê, bendeyê gavên erêniye. Her weha li ser mijara agirbesa navbera Rûsya û Ûkraynayê hevdîtinên li Îstenbolê girîng nirxandiye, guhertina dîlan wekî zêdebûna baweriya navbera her dû welatan ragihandiye û gotiye divê derfetên bo lihevhatinê nên hebakirin.
Di hevdîtinê de wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan, Fahrettin Altun û Akif Çağatay jî amade bûn e.”
Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.




