Eli Gold: Washington ji bo serxwebûna Kurdan amade ye

Eli Gold: Washington ji bo serxwebûna Kurdan amade ye

PeyamaKurd – Serokê Enstîtuya Gold a Stratejîk a Navneteweyî, Eli Gold got ku têkiliyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de pir xurt in û ketine qonaxeke nû.

Serokê Enstîtuya Gold a Stratejîk a Navneteweyî, di axaftina xwe de ji Kurdistan24ê re got, “Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîkayê di peyama xwe de bi zelalî diyar kir ku têkiliyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de pir xurt in û ketine qonaxek nû. Divê Bexda fêm bike ku Kurdistan di pêşengiya siyaseta derve ya Amerîkayê de ye li herêmê ye.”

Eli Gold diyar kir ku rêveberiya Trump dê piştgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê zêde bike û got, 

“Pêşveçûna têkiliyên Herêma Kurdistanê bi şirketên enerjiyê yên Amerîkî re di demekê de ye ku DYA siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn ji nû ve diguherîne. Pêşveçûna têkiliyên Kurdistan-Amerîkayê ji aliyê perspektîfa giştî ya siyaseta Rojhilata Navîn a DYAyê ve girîng e.” 

Gold bal kişand ser amadebûna Washingtonê ji bo serxwebûna Kurdan û anî zimên:

“Hin endamên rêveberiya Washingtonê vê armancê dişopînin. Herêma Kurdistanê ya serbixwe ji bo gelê herêmê jî girîng e. Her çend gefên komên çekdar zêde bûne jî, Herêma Kurdistanê li eniya parastinê bû. Ev tiştek e [serxwebûna Kurdistanê] ku Serok Trump dixwaze.”

Ev nivîs 140 car hatiye xwendin.