Îran: Danûstandinên Romayê aram û bi profesyonelî dimeşin

Îran: Danûstandinên Romayê aram û bi profesyonelî dimeşin

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayi li ser danûstandinên pêncemîn ên Îranê û Amerîkayê ku îro 23yê Gulanê li paytexta Îtalya Romayê dest pê kirin daxuyanî da.

Bekayî got: "Bi giştî em dikarin bibêjin ku van danûstandin di rewşeke aram, avaker û profesyonel de derbas dibin."

Bekayi ji Televîzyona Dewletê ya Îranê re axivî û destnîşan kir ku danûstandin di asta komên teknîkî de dewam dikin.

Bekayi diyar kir: "Niha Birêz Arakçî bi hempîşeyê xwe yê Umanî re dicive. Bi giştî em dikarin bibêjin ku ev danûstandin di rewyşeke aramî, avaker û profesyonelî de derbas dibin. Piştî ku danûstandin biqedin, dê zanyariyên hûrgilî bêne parve kirin."

Herwiha Bekayî da zanîn, Nûnerê Taybet yê Amerîkayê yê ji bo Rojhilatê Navîn û serokê heyeta Amerîkayê Steve Witkoff ji ber bernameya xwe ya firînê ya berê ji cihê hevdîtinê çûye.

Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.