Mesrûr Barzanî: “Me bi wezîr Rubio re hevdîtinekî baş kir”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçova seredana xwe ya Washingtonê de bi wezîrê karên derve yê DYAyê bi Mark Rubio re civiya. Piştî hevdîtinê Barzanî pirsên rojnamevanan bersivand û got:
“Me behsa pêşdeçûnên li herêmê kir. Desteka Amerîkayê ya bo xelkê Kurdistanê zelale û ciyê dilxweşiyê ye. Di hevdîtina me ya bi wezîrê karên derve yê DYA re, me behsa pêşdeçûnên li kerêmê kir û têgihîştinên xwe parvekir.
Ji ber me desteka xwurt ya bo xelkê Kurdistanê jê dît, em gelek razîne. Ev destek ne tenê bo xelkê Kurdistanê her weha bo xelkê Iraqê jî gelek başe.”
Mesrûr Barzanî li ser peymanên di navbera hukumeta Herêma Kurdistanê û şîrketên DYA de, bersiva pirsa rojnamevanê Rûdawê da û got:
“Dema rayedarên Bexdayê mijarê rave dikin, hêvîdarim ku berjewendiyên xelkê Iraqê bidin ber çav. Eger rayedarên Bexdayê bi erênî tevbigerin, wê fam bikin ku xebatên me bo berjewendiyên herkesiye.”
Barzanî, li ser armanca vekirina balyozxaneya DYAyê ya li Erbîlê û seredanên zêde yên rayedarên Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê got ku ew peyamên erênîne.
Mesrûr Barzanî her weha bo rojnamevanan got ku ew wezîrê karên derve Mark Rubio dawetî Kurdistanê kirine lê çûn an neçûna Rubio bo Kurdistanê girêdayê bernama Rubioye.
Li ser avakirina kabîna nû ya Herêma Kurdistanê Barzanî ragihand ku ew bi hêviye di nêz de temam bibe.
Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.




