Li Romayê Gera 5an a danûstandinên Amerîka-Îranê dest pê kir

Li Romayê Gera 5an a danûstandinên Amerîka-Îranê dest pê kir

PeyamaKurd - Di navbera Îran û Amerîkayê de danûstandinên nûkleerî yên nerasterast ên gera pêncemîn li bajarê Roma yê Îtalyayê dest pê kirin. Ev danûstendîn li Balyozxaneya Umanê tên kirin.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku danûstandin bi navbeynkariya Umanê dest pê kirine.

Berî dest pêkirina danûstandinan, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayi ragihand, gera pêncemîn berdewamîya pêvajoya danûstandinê ye ku li Mesqet a Umanê dest pê kiribû.

Bekayi bal kişand ser ku her ger xwedî hestiyariyên taybetî ye û got: "Ew xwezayî ye ku her ger xwedî hestiyariyên xwe be. Di vê gerê de jî mijarên têkildarî dorpêçên nû yên ku Amerîka sepandine bi awayekî zelal dê ji aliyê hember re bêne ragihandin."

Bekayi da xuyakirin, “Bernameya nûkleerî ya Îranê encama sebr û berxwedana dirêj e. Gelê me bi serbilindî xwedî li vê serketinê derdikeve û li bendê ye ku maf û berjewendiyên welat bi biryarî bêne parastin."

Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.