'Her malbata Kurd a vegeriyabe Kerkûkê wê erd werbigre'

'Her malbata Kurd a vegeriyabe Kerkûkê wê erd werbigre'

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê û Serokê Komîteya Madeya 140 Şaxewan Ebdula eşkere kir, her malbateke Kurd a ku vegeriyaye Kerkûkê û deverên derveyî Herêma Kurdistanê dê erd werbigire.

Şaxewan Ebdula, îro 23yê Gulanê roja Înê li ser rûpela xwe ya Facebookê peyamek parve kir û got: “Piştî nivîsara me ya hejmar 61 li roja 14ê Nîsana 2025ê û civîna me ya bi Serokê Komîteya Madeya 140ê ya hikûmetê re li roja 20ê Nîsanê, me li hev kir ku her malbateke Kurd a ku vegeriyaye Kerkûkê û deverên derveyî Herêma Kurdistanê û yên ku karûbarên madeya 140ê çêkirine parçeyek erd werbigire.”

Ebdula da zanîn, “Ev biryar wan malbatan jî vedigire yên ku karûbarên xwe temam kirine lê qerebûya 10 milyon dînaran wernegirtiye.”

Şaxewan Ebdula got, “Ev biryar hemû deveran vedigire, ji Şingalê heta Xaneqînê. Ji bo vê meremê jî, nivîsarek ji bo bicihanînê ji parêzgehan re hatiye şandin.”

Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.