Medya Brîtanyayê: Rûsya 50 hezar leşker xist ser sînorê Ûkraynayê

PeyamaKurd – Medya Brîtanyayê (Îngîltere) nivîsand ku Rûsya li ser sînorê Ûkraynayê li ser dirêjahiya sînorê Harkivê 50 hezar leşker kom kiriye. Rayedarekî leşkerî yê Ûkraynayê ragihandiye ku Rûsya amdekariya êrîşê dike.
Kanala nûçeyan ya Îngîltere Sky News bûyerê ragihand. Rayedarê leşkerî yê Ûkraynî ragihandiye ku li hinek deveran Rûsya êrîşan jî kiriye lê di êrîşan de Rûsya biser neketiye.
Wezareta bergiriya Rûsyayê ragihand ku di nav hefteya dawiyê de, li Ûkraynayê li deverên Sumi, Harkiv û Donetskê 6 jîngehan xistine destê xwe. Wezaretê got ku artêşa Rûsyayê di derbarê xebatên xwe yên di navbera 17-23 Gulanê de agahiyan daye wezaretê.
Di raporê de artêş ragihandiye ku di nav heftê de bi çekên xesas û balafirên bêmirov yên hewayî li ûnsûrên sanayiyê yên Ûkraynayê xistine, di êrîşan de li dezgeyên sanayiya leşkerî, li balafirgehên leşkerî li avahiyên bingehîn, li depoyên çekan û muhîmmatan, li ciyên hilberîna İHAyan û li ciyên ku bi demkî leşkerên biyanî û yên Ûkraynî lê dimînin xistine. Wezaretê got:
“Di nav hefteya dawiyê de, artêşa Rûsyayê 6 jîngehan xistiye dest. Li devera Sumiyê jîngeha Maryino, li herêma Harkivê jîngeha Radkovka, li Komara Donetskê jîngehên Aleksandropol, Novoolenovka, Novaya Poltavka û Bogatır hatin rizgar kirin.”
Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.




