Li Pakistanê firtûne rabû: 10 kes mirin û 45 kes birîndar bûn

Li Pakistanê firtûne rabû: 10 kes mirin û 45 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Pencabê firtûna xwurt bû sedema hilweşandina xaniyên kevin. Di bûyerê de 10 kes mirin û 45 kes birîndar bûn. Serokwezîra eyaleta Pencapê Meryem Nawaz rewşa awarte ragihand û fermana mudaxeleyê ya lezgîn da.

Pencab, eyaleta herî qelebalix ya Pakistanê ye. Di daxwuyaniya Rêvebiriya Afetê ya Pencapê de (PDMA) hat gotin ku; mirin li bajarên Jhelum, Lahor, Rawalpindi, Şeikhupura, Nankana Sahib, Sialkot, Mianwali çêbûne. Li payîtext Lahorê dar qelibîne, gelek dukkan, xanî û erebe xesar dîtine.

PDMAyê ragihand ku wê alîkariyê bidin malbatên ku kesên wan di firtûnê de mirine.

Balafira ku ji Karaçiyê diçû Lahorê ya şîrketa taybet ya jimare sefer FL-842, di wexta xwe datanî balafirgehê, ket ber bayê firtûnê. Balafir car din dageriya Karaçiyê.

Serokwezîra eyaleta Pencapê Meryem Nawaz, li eyaletê rewşa awarte ragihand.

Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.