Piştî biryara rakirina dorpêçan ya ambargoyan, Sûriyeyê daxuyaniya da

Piştî biryara rakirina dorpêçan ya ambargoyan, Sûriyeyê daxuyaniya da

PeyamaKurd – Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê rakirina dorpêçan a ji aliyê Amerîkayê ve wekî “gaveke erênî” nirxand.

Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê îro rakirina fermî ya ambargoyan Amerîkî wekî “gaveke erênî” bi nav kir ku dê ji bo başbûna wê ya piştî şer bibe alîkar.

Wezareta Karûbarên Derve ya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de got ku ”Komara Erebî ya Sûriyeyê biryara hikûmeta Amerîkayê ya ji bo rakirina ambargoyan ku bi salan e li ser Sûriyeyê û gelê wê hatine ferzkirin pêşwazî dike” û her weha got ku ev gaveke erênî ye di rêça rast de ji bo kêmkirina zehmetiyên mirovî û aborî yên li welêt.

Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.