Ehmed Şera li gel Erdogan civiya

Ehmed Şera li gel Erdogan civiya

PeyamaKurd – Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera li Ofîsa Kar a Dolmabahçe ya Stenbolê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

Civînê saet 14:00an de dest pê kir.

Di civînê de têkiliyên Tirkiye-Sûriyê û hebûna YPGê ya li Rojavayê Kurdistanê wê bên axaftin.

Di nav mijarên rojevê de zêdebûna êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê û rakirina dorpêçên Amerîkayê yên li ser Sûriyeyê hene.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler û Rêveberê MÎTê Îbrahîm Kalin jî beşdarî hevdîtina Erdogan û Ehmed Şara bûn.

Derbarê hevdîtinê de hîn tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.