HSDê planeke DAIŞê têkşikand: 1 kuştî

HSDê planeke DAIŞê têkşikand: 1 kuştî

PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku şervanan bi piştevaniya xelkê herêmê, plana şaneya çekdarên DAIŞê ya êrîşeke li dijî xala HSDê li bajarokê Derenc ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê têkşikand.

HSDê ragihand, roja Şemiyê li ser îxbara gelê herêmê hêzên ewlekariyê berê xwe dan herêma ku liv û tevgereke bi guman lê hebû. Yekîneyan di demeke kurt de xeleka ewlekariyê ava kirin û piştî ku şaneya DAIŞê kete kemînê şer qewimî, di encamê de çeteyek hate kuştin. Çeteyek jî ji cihê bûyerê reviya.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku çekdaran plan dikirin ku mayin û teqemeniyên bi destan hatine çêkirin li qadên bicihbûnê yên hêzên HSDê bi cih bikin, bi vî rengî êrîş bikin.

Piştî bûyerê li herêmê karekî berfireh ê lêgerînê hate destpêkirin.

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.