Balafireke Amerîkî çek û cebilxane gihandin Rojavayê Kurdistanê

Balafireke Amerîkî çek û cebilxane gihandin Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike bi rêya balafireke kargoyê; çek, cebilxane û alavên lojistîkî şand baregehên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî bi rêya balafirekê çek, cebilxane û alavên lojistîkê li baregeha Qesrikê ya li Hesekêya Rojavayê Kurdistanê daxist.

Hêjayî gotinê ye, demên dawî êrîşên DAIŞê li navçeyên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) zêde bûne.

Li gorî amarên SOHRê îsal DAIŞê li deverên HSDê zêdetirî 90 êrîşan pêk aniye û ev êrîş bûne sedema mirina nêzî 30 kesan.

Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.