Bakirhan li Diyarbekirê axivî: Divê yasayên pêwîst bên derxistin

Bakirhan li Diyarbekirê axivî: Divê yasayên pêwîst bên derxistin

PeyamaKurd – DEM Partiyê, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, îro 25ê Gulanê li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê bi dirûşma "Bi rêveberiyên herêmî yên demokratîk re ber bi civaka demokratîk ve", "Civîna Navberê ya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk" li dar xist.

Bakirhan di axaftina xwe ya civînê de, li ser pêvajoya hatiye destpêkirin pêwendiyên dîrokî yên Kurd û Tirkan bibîr xist û wiha got:

"Pêwendiyên Kurd û Tirkan xwedî rabirdûyeke kevnar in. Pêwendiyên dîrokî di rabirdûyê de gelek astengî derbas kirin, lê di qonaxên herî girîng ên dîrokê de, Tirk û Kurdan ligel gel û baweriyên din tifaq kirine û bi hev re tevdigeriyane, zemîneke aştiyê ya pir girîng û destkeftiyên mezin bi dest xistine. Dibe ku pêwendiyên dîrokî yên Kurd û Tirkan di sedsala borî de hatibin xerakirin, ji cewhera xwe hatibin dûrxistin, dibe ku lawaz bûbin, lê ji nû ve xurtkirina van, li ser zemîneke nû û bi awayekî demokratîk sererastkirina van pêwendiyan, di berjewendiya me hemûyan de ye, di berjewendiya hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn de ye."

Çareserî li Parlamentoyê ye

Hevserokê DEM Partiyê diyar kir ku cewhera pirsgirêka Kurd nebûna lihevkirineke dualî û neveguherandina vê yekê bo metneke hiqûqî ya nivîskî ye û  got: "Çareseriya pirsa Kurd girêdayî yasa û belgeyên mafnasî ye. Ji ber vê em dibêjin divê li parlamento ev pirs were çareserkirin. Aştî tenê bi niyazpakî û gotinên xweş nabe. Divê yasayên pêwîst, li ser wekhevî û biratî bên derxistin. Ev yek bi parlamentoyê dibe. Ji ber ku aştî û çareserî ne tenê civakî ye, di heman demê de hiqûqî ye jî. Zemîna hiqûqî dê ji aliyê Meclîsê ve bê dabînkirin."

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.