Di bobelata li Pakistanê de 14 kes mirin û 153 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleya Pencabê bi sedema rabûna firtûnê jimara miriyan derket 14 kesan û jimara birîndaran jî derket 153 kesan. Firtûne bû sedema xaniyên kevin hilweşiyan, dar qelibîn û di encamê de mirin û birîndarî çêbû.
Li bajarê Lahorê elektrîk hat birîn û ji ber bobelatê rê hatin girtin. Rayedarên hukumetê ragihandin ku li deverên eyaletê bi sedema bayê xwurt û baranê, ew çend zerar gihaye mal û canî.
Li eyaleta Pencabê li bajarên wekî Lahor, Multan, Hafizabad, Gujranwala, Attock û Sialkot bi sedema firtûnê elektrîk hatine birin. Li Lahorê bi sedema bobelatê dîrekên stadyumê qelibîn û li bajarê Çakwalê jî qismekî rêya M2 hat girtin.
Li bajarê Îslamabadê jî ba, baran û teyrik bû sedem ku avahî xesarê dîtin.
Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.




