Li bajarê Erzeromê hez li erdê ket û zemîn 12 metre cî guhert

Li bajarê Erzeromê hez li erdê ket û zemîn 12 metre cî guhert

PeyamaKurd – Li bajarê Erzeromê li nêzî navça Uzundere, li dora Şelala Tortumê hez li erdê ket û bû sedema zerara gelek xanî û seha serayan. Xelkê herêmê ditirse ku heyelanekî mezintir bibe ji ber zemîna wê sehayê 12 metre cî guhertiye an şemitiye.

Heza ku li erdê ketiye, li biniya Şelala Tortûmê bi 50 metreyan dûre û nêzî gundê Xagê ye. Hinek serayên deverê di bin avê de mane û nema bi kêr tên. Rêya rez û baxçeyan zerarê dîtiye.

Şelala Tortûmê bi xwe ji îro 300 sal berê bi hezekî mezin erd heziyaye pêşiya çemê Tortûmê, av bûye gol û navê wê bûye Gol a Tortumê û şelale jî bi heman şêweyî çêbûye. Talûka deverê wê karibe serarê bide aboriya xelke deverê ji ber her sal bi hezarî geştiyar diçin deverê.

Xelkê herêmê ji rayedarên dewletê dixwaze ku bo zerarekî mezintir çênebe tedbîran bistîne.

Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.