Serok Mesud Barzanî pêşwaziya hinek serokên eşîrên Ereb kir

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro hinek serokên eşîr û rûsipiyên ku ji başûr û orta Iraqê hatibûn Herêma Kurdistanê, pêşwaziya wan kir. Li gor ragihandina ofîsa çapemeniya Barzanî, di hevdîtinê de behsa têkiliyên navbera Herêma Kurdistan û Iraqê û rewşa giştî ya siyasî kirine.
Serok Mesûd Barzanî di hevdîtinê de ragihand ku dijberiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hukumeta navendî de, nayê vateya ku bi pêkhateyên Iraqê an bi xelkê Iraqê re pirsgirêkên Kurdistanê hene. Barzanî got:
“Pirsgirêkên xelkê Kurdistanê yên bi hukumeta Iraqê re an bi rejîman re, nayê vateya dijminahiya bi xelkê Iraqê an pêkhateyan re.”
Barzanî, bertekê nîşanî kirina siyasetê ya li ser mafê jiyanê yê hemwelatiyan da û got:
“Mehane (maaş) nabe li hemberê xelkê Kurdistanê bên bikaranîn. Ev nayê qebûlkirin. Eger li pey destûrê herin, bi edalet û girêdayê rêvebiriya hevpar bin, ev têgeh mifta îstîqrara Iraqê ye.”
Di hevdîtinê de serokên eşîran û rûsipiyên mêvan ragihandin ku ew sekna Barzanî ya aştiyane û di rewşa pir zahmet de xelkê Kurdistanê koçberên ku ji deverên cuda yên Iraqê çûne Herêma Kurdistanê, alîkariya ku bi wan re kirine teqdîr dikin. Mêvan her weha gotin:
“Tevî temamê zahmetiyan Herêma Kurdistanê di rêya îstîqrar û pêşdeçûnê de gav avêtiye û em teqdîr dikin. Divê di navbera xelkên Iraqê de xweşbînî û hevkarî bê parastin û em destekê didin daxwazên rewa yên xelkê Kurdistanê.”
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di encamê de ji mêvanan re got:
“Em dixwazin şerefa temamê hemwelatiyên Iraqê bê parastin. Iraq tenê wexta destûr bê bicîhanîn û herkes bibe wek hev, biser dikeve.”
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.




