Li bajarê Mêrdînê Şehmus Atuğ ê wenda bû, cesedê wî hat dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Midyadê kesê bi navê Şehmus Atuğ (63) ku ji aliyê mirovên wî de agahiya wendabûna wî hatibû dayîn, li çiya cesedê wî hat dîtin.
Dema tîmên pêwendîdar lê geriyan leqayê cesedê wî bûn. Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.
Şehmus Atuğ serê sibê ji mala xwe ya li gundê Mikrê (Kayalıpınar) dertê û paşî jê ti agahî nayê sitendin.
Mirovên wî xeberê didin navenda 112an û li ser agahdarkirina tîman lê digerin. Tîm, li çiya cesedê wî dibînin. Cenazê wî dişînin morga nexweşxana Mêrdînê ya lêkolîn û Perwerdê. Sedema mirina wî wê piştî otopsiyê aşkera bibe.
Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.




