Sûriye | Di 24 saetan de 8 kes hatin kuştin

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li deverên cuda yên Sûriyeyê di nava 24 saetên dawî de 8 kes hatine kuştin.
SOHRê der barê kuştina 8 kesan agahî parve kirin û diyar kir, li gundewarê Tertûsê di 3 bûyerên cuda de 3 kes ji aliyê komên çekdar ve hatin kuştin ku bûyer li Pira Xerîbat, gundê Mecdelûn û rêya Beyt Elyan rû dan.
Li herêma Dimêr a gundewarê Şamê jî 2 endamên "Firqeya 54’an- Tîma Endazyariyê" ya girêdayî desthilata Sûriyê dema mayîn bê bandor dikirin jiyana xwe ji dest dan û hinekî din jî birîndar bûn.
Dîsa li herêma Meza Besatîn a Şamê çekdarên nenas kesek bi tawana ku bi rêjîma berê re danûsdtandina çwî hebû kuşt.
Li gorî SOHRê, rojnamevanek ku beriya du hefteyan li Şamê winda bibû, cenazeyê wî li nêzî bajarokê Ceyrûd ê Qelemûnê di nava kavilan de hat dîtin. Li nêzî Nexweşxaneya Almanî ya li herêma Kiswa ya gundewarê Şamê jî şerekî çekdarî derket ku endamekî hêzên ewlekariyê dema navbeynkariyê bike û dawî li pevçûnê bîne, hat kuştin.
Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.




