Li Venezuela xelk çû ser sindoqan bo deng bidin

Li Venezuela xelk çû ser sindoqan bo deng bidin

PeyamaKurd – Li welatê Venzuelayê ji bo bijartina 285 endamên Meclisa Netewî, bo 260 endamên meclisa herêmî û bo destnîşankirina 24 parêzgerên eyaletan îro (25.05.2025) li gor wextê Venezuelayê seet di 07.00an de xelk dest bi çûna ser sindoqan kir.

Piştî bijartina serokê dewletê yê niha Nicolas Maduro ku di nav xelkê de hilbijartina wî bi guman dihat qebûl kirin, 10 meh di şûnde xelk car din diçe ser sindoqan. Ji bo 285 parlementeran 36 partî niha ketine reqabetê.

Li gor anketên ku li Venezuelayê hatine kirin xelk zêde naçe ser sindoqan. Ji 21 milyon hilbijêran tenê behsa sê yeka wan têkirin ku dê herin ser sindoqan.

Ji bo ewlehiya hilbijartinê, hat ragihandin ku 400 hezar wezîfedarên ewlehiyê hatine wezîfedarkirin da hilbijartin bê gengeşe derbas bibe.

Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.