Îran 400 km dîwar di navbera xwe û Pakistan-Afganistanê de ava dike

PeyamaKurd – Fermandarê hêzên bejayiyê yê Îranê tuxgeneral Kiyomers Haydarî ragihand ku wê di navbera Îranê û Pakistan-Afganistanê de bi dirêjahiya 400 km yan dîwan ava bike. Dîwar, wê heya dawiya salê temam bibe. Haydarî got:
“Heya niha me 103 km dîwar ava kiriye û bingeha avahiya 140 km yan me temam kiriye. Heya dawiya salê em 400 km dîwar temam bikin.”
Sînorê di navbera Îranê bi Pakistan û Afganistanê re ew sînore ku axa Belûcistanê ye. Belucistan di navbera her sê dewletan de perçekiriye û her diçe Belûcî serxwebûna xwe dixwazin.
Li Îranê roj nîne ku kesek an çend kesên Belûcî weka Kurda nên îdamkirin. Îran û Pakistan ditirsin ku xelkê Belûcî serxwebûna xwe bixwazin her wekî çend hefte berê çawa li Pakistane Belûcî serxwebûna xwe ragihandin.
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.




